Diyarname
Li Salona Navenda Kongre ya Stenbolê ya li Şîşliya Stenbolê duh êvarê konsera ‘Unreal x Jeton’ hebû. Dor 5 hezar kesî beşdarî konserê bûbûn. Ji van sê kesên bi navê F.A., T.M. û M.S.R. ku beşdarî konserê bûbûn, nîvê şevê saet dor 03.15’an nexweş dikevin. Kesên derdorê wan rakirin Nexweşxaneya Egîtîm-Araştirma ya Taksîmê.
Li gor nûçeya DHA’yê ji van her sê kesan F.A. rimire û her duyên din li nexweşxaneyê ne û talûkeya canê wan heye.
Doktoran gotiye ku dibe ji ber mey û tilyakê ew nexweş ketibin. Hê bi temamî nizanin çima ew nexweş ketine û rakirine nexweşxaneyê.
Çavkanî: Diyarname