19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

Hevserokê Şaxê Amedê ya SES’ê Mehmet Nûrî Ûlûs bal kişand ser pirsgirêkên têkildarî mercên fîzîkî, personel û randevûyê yên li nexweşxaneyan û got, divê xizmetên tenduristiyê bê pere, bi kalîte û welê bin ku her kes karibe xwe bigihînê.

Kêmasiya xizmetên tenduristiyê û pirsgirêkên bingehînî yên li nexweşxaneyên dewletê ji bo welatiyan her roj dibe sedema zehmetiyeke giran ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Mirovên ku nikarin li ser Sîstema Randevûyê ya Hekîm a Navendî (MHRS) randevûyê peyda bikin, carna ji bo daxwaza randevûyê bikin neçar dimînin ku herî kêm 15 rojan bisekinin. Nexweşên ku di encama hewldanên demdirêj de randevûyê digirin, ji ber barê giran ê li nexweşxaneyan neçar dimînin ku di demeke kurt de pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê vebêjin.

Hevserokê Şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mehmet Nûrî Ûlûs li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê ji sala 2002’an û vir ve bernameyên veguherîn û reformê yên di tenduristiyê de tîne rojevê, lê belê polîtîkayên salên dawî xizmeta tenduristiyê gelekî têk biriye.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse