19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

Rêveberê MEBYA-DER’ê Nûrî Salgucak anî ziman ku goristanên gerîla yên li Şirnexê bi salan qedexe bûn hatine xerakirin û xwest, ji nû ve bêne avakirin û destûr ji serdana malbatan re bê dayin.

Pişt pêvajoya diyalogê ya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir, gelek goristanên ku bi salan li Kurdistanê li serdanê qedexe bûn, careke din li serdanê hate vekirin. Hate dîtin ku gorên gerîlayên HPG û YJA Starê lê veşartî ne hatine xerakirin, kêlên wan bi kepçeyan hatiye şikandin, bi êrişên hewayî jî goristan hatiye xerakirin û hin ji wan li çalan hatine veşartin. Li Şirnexê ku êriş bi rêk û pêk hatin kirin, malbat dixwazin goristanên wan ji nû ve bêne avakirin û rêyên serdanê bêne vekirin.

Şehîdgeha Cûma Bilika û Binevş Edessa ya li Çiyayê Cûdî di sala 2015’an de hate bombekirin û hilweşandin; dîwarê li derdorê, mizgefta lê û mêvanxaneya wê hate xerakirin. Bi  hinceta ku herêma ewlekariyê ya leşkerî ye bi salan serdan li goristanê nehate kirin. 2’ê Tebaxa 2026’an piştî 11 salan careke din destûra serdanê hate dayin. Di 11’ê Cotmehê de eşkere bû ku kêlên goran bi rengekî komî li çalekê hatiye binaxkirin. Li goristanê malbata Cîhan Zîlan (Hatîce Erbaga) ya sala 2006’an şehîd bû, piştî bi salan gora lê digeriya dît.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse