Li peravên giravên Mîdîllî û Sîsamê yên Yewnanistanê roja Duşemê 2 kelekên ku koçber li ser bûn noqî binê avê bûn. Di encamê de yek jê pitik 12 kes mirin.
Li Derya Egeyê, du keştiyên ku koçber li ser bûn û berê wan li Ewropayê bû, noqî binê avê bûn. Di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya yekîneyên Ewlekariya Peravî ya Yewnanistanê, qezaya destpêkê sibeha Duşemê serê sibehê li nêzî Girava Mîllî ya li nêzî Tirkiyeyê qewimî. Hate ragihandin ku keleka koçber li ser bûn û bota polîsên bendergehê ya li dewriyeyê digeriya li hev qelibîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî