19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Fransayê 2 hezar û 331 kes di binçavan de ne

Li Fransayê, piştî xwepêşandanên li dijî bihabûna jiyanê û bûyerên tundiyê yên li pey wê hatin, heta sibeha Duşemê li seranserê welat 2 hezar û 331 kes hatin binçavkirin. Li Parîsê tenê di şevekê de 351 kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Edaletê Gérald Darmanin di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala France 2’yê de, hejmara kesên ku heta roja Duşemê saet di 08.00’an de li seranserê welat hatine binçavkirin eşkere kir.

Darmanin diyar kir ku ji sedî 70’ê kesên hatine binçavkirin bi temen mezin in û beşeke ji wan berê jî ji aliyê polîs û saziyên edliyeyê ve dihatin nasîn. Darmanin, got ku pêvajoya binçavkirinan piraniya wan berdewam dike û ragihand ku ji bo bi dehan kesan biryara girtinê hatiye danîn, ku di nav wan de 13 kesên li Marsîlyayê jî hene.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse