19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê, ji bo ku zimanê Kurdî di şaredariyan de bê zindî hiştin û xurtkirin, ji bo avakirina serokatiya daîreyan û rêveberiyan giştinameyeke nû belav kir.

DEM Partiyê ji bo cîbicîkirina biryarên ku di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya di 8-9’ê Hezîrana 2026’an de hatibûn girtin, giştinameyeke nû ji şaredariyan re şand.

Li gorî vê giştinameyê, tê armanckirin ku di şaredariyên mezin de “Serokatiya Daîreya Parastin û Xurtkirina Zimanan”, di şaredariyên din de jî “Gerînendeya Parastin û Xurtkirina Zimanan” bê ava kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse