Japonya û DYE’yê di serdema ku rageşiya Çîn û Tokyoyê heyî de bi navê Keen Sword operasyoneke leşkerî ya hevpar dan destpêkirin. Wê nêzî 57 hezar leşker beşdarî tetbîqetê bibin û Japonya wê cara ewil moşekên menzîldirêj derveyî baregehê bi cih bike.
Japonya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) di serdema ku rageşiya Çîn û Tokyoyê heyî de operasyoneke leşkerî ya hevpar dan destpêkirin. Wê ji operasyona bi navê Keen Sword a ku wê heya 29’ê Cotmehê li herêmên cuda yên Japonyayê berdewam bike re ji Hêzên Xweparastinê yên Japonyayê nêzîkî 45 hezar û ji artêşa DYE’yê jî 12 hezar leşker beşdar bibin.
Tetbîqata berbehs wê bibe mezintirîn operasyona di navbera her du hevalbendan de û tê armanckirin ku di çarçoveya operasyonê de pergalên çekên menzîldirêj werin bicihkirin û kapasîteya parastina herêmî were xurtkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî