Êlek Zeran piştî gelek protestoyên li dijî buhabûna jiyanê yên li Fransayê yên ku veguherîn bûyerên tundiyê rojeke nû ya protestoyan îlan kirin. Êlek Zeran dan zanîn ku ji bo 31’ê Cotmehê û 5’ê Mijdarê jî amadekariyên çalakiyan berdewam dikin.
Êlek Zer piştî xwepêşandanên ku roja Şemiyê li Fransayê li dijî buhabûna jiyanê hatin lidarxistin û li gelek bajaran veguherîn talan, şer û pevçûnan, dubare wê çalakiyan li dar bixin.
Êlek Zeran roja duşemê daxuyaniyek dan û dan zanîn ku wê 24’ê Cotmehê roja Şemiyê çalakiyeke neteweyî ya nû were lidarxistin.
Çavkanî: ANF Kurmancî