Serokwezîrê Fransayê Sébastien Lecornu, piştî bûyerên tundiyê yên dawiya heftiyê, diyar kir ku heke hewce bike ew dikarin rewşa awarte ragihînin. Hikûmêtê, ragihand ku herî kêm 3 hezar kargeh zirar dîtine yan jî hatine talankirin.
Serokwezîrê Fransayê Sébastien Lecornu, piştî bûyerên tundiyê yên dawiya heftiyê, ragihand ku heke hewce bike ew dikarin rewşa awarte ragihînin, lê belê qedexeya derketina derve ya herêmî guncavtir dibînin.
Lecornu, ji bo parastina kargehan ji waliyan daxwaz kir ku li hin herêman biryara qedexeya derketina derve bixin meriyetê.
Çavkanî: ANF Kurmancî