19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

9 rêxistinên pîşeyî û sivîl ji bo Zimanê Kurdî bang kirin

9 rêxistinên sivîl û pîşeyî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek hevpar bang li hikûmeta Sûriyeyê kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nas bike.

Neh rêxistinên pîşeyî û saziyên civaka sivîl ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyek hevpar qedexeyên li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Sûriyeyê hate kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê di hemû astên perwerdeyê de nas bike. Îmzevanan her wiha ji rêxistinên navneteweyî û komên mafên mirovan xwestin ku ji bo rakirina van qedexeyan bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de rêxistinan bal kişandin ser destpêkirina sala nû ya xwendinê li Sûriyeyê. Rêxistinan destnîşan kir ku xwendekarên Kurd ên ku berê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde digirtin, niha bi sînorkirinan re rûbirû ne û perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê bi sê saetan sînordare. Rêxistinan diyar kir ku ev qedexe di nav xwendekar û xelkên herêmî de bûn sedema nerazîbûnan û di encamê de gelek ders hatin girtin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse