19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku pêvajo ji ser partiyan re ye û divê  qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê û got, “Pêwîstiya Tirkiyeyê ya lezgîn ew e ku bi aqilekî hevpar pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyê çareser bike.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel re li navenda giştî ya Yenî Partiyê hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê li li Navenda Giştî ya Yenî Partiyê daxuyaniya hevpar hat dayîn.

Di serî de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û bi lêv kir ku wan serdana sazî û sendîkayan kirine û bi serdana Yenî Partiyê re ew ê dest bi serdana partiyên siyasî bikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse