Yek ji kedkarên ku bi salan mil daye Tevgera Azadiya Kurd Omer Kaya (Çavreş) di 17’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Kaya îro li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê bi merasîmekê hate oxirkirin.
Omer Kaya (Çavreş) di 17’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Îro di merasîma ku li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hat lidarxistin de Kurdistanî û hevrêyên wî yên têkoşînê tabûta wî maç kirin û hevrêyê xwe ber bi rêwîtiya wî ya dawî ve oxir kirin.
Cenazeyê Kaya wê di 21’ê Cotmehê de li gundê Cixsê yê navçeya Pasûr a Amedê bê definkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî