20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Li Fransayê piştî xwepêşandanên 17’ê Cotmehê li Parîs, Lyon, Lille û Niceyê wê qedexeyên derketina derve û xwepêşandanan pêk bên. Hikûmet bûyerên talan û tundiyê weke hincet nîşan dide, CGT’yê jî banga berdewamkirina çalakiyên aştiyane kir.

Serokwezîrtiya Fransayê piştî bûyerên talan û tundiyê yên dawiya hefteya borî li bajarên cuda rû dan, ferman da waliyan ku qedexeyên derketina derve yên herêmî pêk bînin.

Li hin taxên Parîsê wê roja Duşemê ji saet 23.00’an heta Sêşemê saet 06.00’an qedexeya derketina derve bê sepandin. Li hin herêmên Parîsê ji roja Duşemê saet 20.00’an û pê ve lidarxistina xwepêşandanan jî hat qedexekirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse