Endama Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê Elîf Kaya destnîşan kir ku di dema nû de wê giraniyê bidin ser pirsgirêkên rojane yên jinan, karên malbata demokratîk û hevpariya bi meclîsên jinan.
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê Elîf Kaya encamên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê, biryarên hatin wergirtin û armanca serdema nû ya kar nirxand.
Elîf Kaya diyar kir ku konferans piştî pêvajoya nîqaş û amadekariyê ya ji şeş mehan hate lidarxistin, jinên ji çand, civak û welatên cuda beşdar bûn û anî ziman ku nîqaş ne tenê di rojên konferansê de hatin kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî