20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Protestoyê li Albanyayê di roja 8’emîn de ne: 300 birîndar

Li paytexta Albanya Tîranê, protestoyên li dijî nelirêtî û mercên nebaş ên perwerdeyê yên li zanîngehan di roja 8’emîn de ne. Hate ragihandin ku nêzî 300 kes birîndar bûn.

Li paytexta Albanya Tîranê, protestoyên li dijî hikumetê bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dike. Xwepêşandêr dixwazin mercên perwerdeyê yên li zanîngehan bêne başkirin, nelirêtî bi dawî bibe û Serokwezîr Edi Rama îstifa bike. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de roja Duşemê şer qewimî.

Bi sedan kesên li ber Wezareta Perwerdeyê li hev kom bûn kevir avêtin polîsan, polîsan jî bi ava şid û gaza ku çavan dişewitîne dest li wan werdan. Li gorî medya Albanyayê herî kêm çar xwepêşandêr hatin binçavkirin û polîsek birîndar bû.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse