20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

Diyarname
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê cara diduyan hat taloqkirin.

10’emîn Festîvala FîlmAmedê ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Kayapinara Amedê ve tê organîzekirin niha ji bo sala 2027’an hat taloqkirin.

Li gor bernameyê festîval divê roja 25’ê meha 9’an dest pê bikira, lê meha borî ji ber çalakiyên bibîranînê yên li Amedê û bajarên din hatibû taloqkirin. Fikir ew bû ku festîvan berî salê li dar biketa lê nebû. Amadekarên festîvalê niha bi daxuyaniyeke eşkere kirin ku festîval ji bo 2027’an hatiye taloqkirin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse