Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanya ‘Sêşemên ji darvekirinê re na’ û ji bo rawestandina darvekirinan banga yekîtiyê li partiyên Kurdistanî banga gavavêtinê jî li raya giştî ya navneteweyî kirin.
Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê, piştgiriyê didin pêngava ‘Sêşemên ji darvekirinê re na’ Em carek din dengê xwe yê nerazîbûnê li dijî darvekirin, girtîgeh, êşkence û windakirina bi zorê ya ciwan û têkoşerên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dikin.”
Çavkanî: ANF Kurmancî