Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku di mijara pêvajoyê de ti hinceta bendemayinê nemaye û got, “Divê desthilatdarî êdî dest ji vegotina nêtê berde û derbasî asta biryardanê bibe.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de axivî û danûstandinên li Forûma MERÎ ya li Herêma Kurdistanê ya Federe nirxand.
Bakirhan anî ziman ku di forûmê de wî hevdîtin bi Nêçirvan Barzanî, Bafil Talabanî, Qûbad Talabanî, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed re hevdîtin kir û got, aktorên Kurd girîngiyê didin diyalogê û pêvajoya li Tirkiyeyê.
Çavkanî: ANF Kurmancî