21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

Kampanya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na‘ ragihand ku di mehekê de 72 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Her wiha diyarkir ku bi sedan kes jî bi metirsiya darvekirinê re rûbirû ne.

Li Îranê, greva birçîbûnê ya heftane ya ku ji aliyê girtiyan ve di çarçoveya kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na” de hatiye destpêkirin, di 20’ê Cotmehê de li 66 girtîgehan berdewam kir. Endamên kampanyayê li dijî dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza rakirina yekcarî ya cezayê darvekirinê kirin.

Di daxuyaniya ku bi boneya hefteya 143’emîn a kampanyayê de hat dayîn, hate destnîşankirin ku ji 23’ê Îlona 2026’an vir ve herî kêm 72 kes li Îranê hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de tekez hate kirin ku bi taybetî kesên ku di serhildana di navbera Kanûna 2025’an û Çileya 2026’an de hatine girtin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse