Hevserokê PYD’ê Hiso diyar kir ku provokasyonên nîjadperest ên li Hesekê xeteriya şer çêdikin û got, koman ji derve tînin bajêr û jiyana hevpar a Kurd û Ereban hedef digirin. Hiso bang kir ku hesab ji berpirsyaran were xwestin.
Ji bo bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê gav hatin avêtin, lê li herêmê bûyerên ewlekarî û provokasyon didomin.
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso têkildarî van bûyeran, ji ANF’ê re axivî.
Çavkanî: ANF Kurmancî