Li navend û navçeyên Şirnexê talankirina xwezayê di bin çavdêriya leşkeran de aliyê cerdevanan ve berdewam dike.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, cerdevan di bin çavdêriya leşkeran de talankirina xwezayê didomînin. Li herêma Cûdî, Gabar û Bestayê 7 sal in bênavber dar tên birîn. Ji ber ev ekokujiya mezin ji nedîtî ve tê, piraniya Herêma Bestayê rût û tazî bûye.
Di dîmenên li Herêma Çemê Tahloyê hatine girtin, tê dîtin ku bi sedan dar hatine birîn. Hat diyarkirin ku dar bi destê cerdevanên ku ji gundê Hosyan ên navçeya Berwarî ya Sêrtê anîne, tên birîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî