21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê akademîsyen Mechthild Exo destnîşan kir ku divê Jineolojî ne weke karekî komeke cuda bê nirxandin, lê weke zanistekê bê dîtin ku her kes karibe bi hev re bi pêş ve bibe û bixe meriyetê.

Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê akademîsyen Mechthild Exo karên Jineolojiyê yên li Ewropayê, rexneyên di konferansê de derketin pêş û lêkolîn û karên civakî yên dema pêş nirxand.

Mechthild Exo anî ziman ku ew ji Akademiya Zanista Civakî beşdarî konferansê bû û bal kişand ser girîngiya parvekirina zanîn û tecrûbeyên kesayetên ji akademiyên cuda, rêxistinên jinan, ciwanan û qada civakî. Destnîşan kir ku Jineolojî divê bibe bingeheke hevpar a van hemû karan a li qada pratîkê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse