M. Şerîf Camci destnîşan kir ku têkoşîna li dijî xizaniyê divê tenê bi pêşwazîkirina pêwîstiyên bingehîn re sînordar nemîne û got, çareserî bi avakirina modeleke piştevaniyê dibe ku welatî rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtin û rêveberinê bibin.
Li Amedê, xizaniya kûr bi bêkarî, bêewlehiya xwaarinê û pirsgirêkên xwe di gihandina pêwîstiyên bingehîn de, xwe dide der. Li gorî daneyên sala 2024’an a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li bajêr 196 hezar û 530 malbat ji alîkariyên civakî sûd werdigrin, meblaxa giştî ya alîkariyan gihîşt 4, 47 milyar TL. Dane nîşan didin ku xizanî tenê bi windakirina dahata kesî re sînordar namîne, di heman demê de pirsgirêkeke avaniyê ye ku bandor li qadên cuda ya jiyana civakî dike.
Lêkolînên qadê yên li navçeyên Baglar û Sûrê yên Amedê jî, bandorên şênber ên xizaniyê di taxan de nîşan dide. Ji sedî 93’ê jinên ku tevlî beşdarî lêkolînan bûne diyar dikin ku kirîna xwarinê kêm kirine û ji sedî 95 jî diyar dikin ku kirînên cîlan sînordar kirine. Gelek malbat ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn, neçar dimînin ku deyn bigrin.
Çavkanî: ANF Kurmancî