10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

Li gel şîara ‘Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal’ Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê tê lidarxistin. Di konferansa ku wê 16-18’ê Cotmehê li Hollandayê bê lidarxistin de wê rola Jineolojiyê û tecrûbeyên li Ewropayê bên gotûbêjkirin.

Wê li Hollandayê di navbera 16-18’ê Cotmehê de bi şîara  ‘’Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal’’  Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin. Konferansa ku wê li gel organîzasyona endamên Akademiya Jineolojiyê û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin, wê li gel sernavê sereke yê ‘’Di avakirina jiyana demokratîk û komînal de rola Jineolojiyê’’ were kirin.

Di konferansê de wê mijarên weke têkoşîna azadiya jinan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê tên birêvebirin, hilberîna agahiyên alternatîf, tecrûbeyên jiyana kolektîf û tecrûbeyên têkildarî perwerdeya demokratîk û piştevanya komînal werin nirxandin. Her wiha pêşxistina rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û diyarkirina nexşerêya serdema li pêşiya me tên armanckirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse