Kongra Star têkildarî provokasyonên li Hesekê daxuyanî da û got, “Li dijî polîtîkayên dijminatiyê û fitneyê yên li Hesekê helwest nîşan dayîn, wezîfeya me ya dîrokî ye.”
Koordînasyona Kongra Star têkildarî bûyerên li Hesekê qewimîn û polîtîkayên hin hêzên ku dixwazin di navbera gelên Sûriyeyê de nakokiyan pêk bînin, daxuyaniyek weşand.
“Di salvegera 9’ê Cotmehê ya Komploya Navneteweyî de pêşketinên xeternak ên ku li Hesekê diqewimin, bi aşkera nîşan didin ku ev bûyer ne tesadufî ne. Pêşketina bûyeran ya li pey hev û hilbijartina taybet a roja ku ev bûyere li pey hev derketin holê, nîşan dide ku zihniyeta Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hîn jî zindiye û ev bûyer ji aliyê heman hêzan ve tên tehrîkkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî