10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Qurbaniyên Komkujiya Gar a li Enqereyê hatin bîranîn

Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di bîranînê de bang hat kirin ku hemû berpirsyar bên eşkerekirin û darizandin.

Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkan a Tir (TTB), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tir (TMMOB) û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, 103 kesên ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî “Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê” ya 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Enqereyê hatibûn kuştin, bi bîr anîn.

Girse, beriya merasîma bibîranînê li ber stasyona metroyê ya Ûlûsê li hev civiya û bi bêdengî ber bi Gara Enqereyê ve meşiya. Di dema meşê de wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin hildan. Ji bilî xizmên qurbaniyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî meşê bûn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse