10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Dayikên Şemiyê ji bo Mecît Baskin daxwaza edaletê kir

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mecît Baskin pirsîn ku di sala 1993’yan de li Enqereyê hatibû qetilkirin.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1124’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xist. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê yên Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Mecît Baskin pirsîn ku di sala 1993’yan de li Enqereyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse