21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

Li gorî agahiyan, hêzên Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilat dîwar lê dike û xendekan dikole.

Li gorî RojNewsê, hêzên Îranê ji Deriyê Sînor ê Seyranbenê yê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heta bi herêma li pişt gundên Teymiz û Şêweguwêzanê bi dirêjahiya 10 kîlometreyî dîwarekî ji beton lê kiriye û kûleyên çavdêriyê daniye ser dîwar.

Hate ragihandin ku ji piştî van gundan heta bi xala dawî ya sînor ku ew jî gundê Mîşyawe ye, hêzên Îranê bi firehiya 3 metre û kûrahiya 4 metreyan xendek kolaye û tedbîrên tund ên ewlehiyê li ser sînor girtiye.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse