Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî protestoyên dawiya hefteyê yên li welêt, hin lîderên biyanî yên ku bi daxuyaniyên xwe Fransayê hedef digirin, rexne kir.
Macron bêyî ku nav bide, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu rexne kir.
Macron roja çarşemê di civîna çapemeniyê ya li paytexta Qatar Dohayê de diyar kir ku piştî bûyerên li Fransayê manîpulasyona agahiyan a ku çavkaniya xwe ji biyaniyan digire, tê kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî