Malbatên cangoriyan di merasîma li Kobanê de soza xwedîderketina li xeta şehîdan dan.
69 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin bîranîn. Li gel malbatên şehîdan ji seranserê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn.
Bavê şehîd Gîvara Qeremox, Simaîl Sebrî Mislim di merasîmê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e. Simaîl Sebrî Mislim got, “Ev ne şehîdê me yê yekem û wê ne yê dawî jî. Em bi şehîd û zarokên xwe bilind in, bila serê gelê me û Rêberê me sax be. Em soz didin Gîvara, heta yek ji me hebe, em ê li ser riya şehîdên xwe bin. Ew bi xwestek tevlê bû û em jî bi şehadeta wî serbilind in.”
Çavkanî: ANF Kurmancî