YRK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan bersiva pêwîst dan êrişên Muxafizên Şoreşê yên Îranê yên li Kosalanê.
Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên Muxafizên Şoreşê yên Îranê daxuyaniyek da.
“Weke ku gelê me û raya giştî jî zane, Muxafizên Şoreşê yên rejîma Îranê di nava çend rojên bihurî de li herêmên Şaho û Merîwanê li dijî hêzên me dest bi operasyonên leşkerî û topbaranê kiriye. Me di rojên derbasbûyî de hişyariyên pêwîst dabûn û di daxuyaniyên xwe de bi zelalî diyar kiribû ku eger ev êriş dewam bikin, mafê parastina rewa ya hêzên me heye ku bersivê bidin. Lê tevî van hişyariyan jî dijmin êrişên xwe dewam kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî