21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Li Îtalyayê çalakiyên protestoyî mezin dibin

Li Îtalyayê protestoyên li dijî buhabûna jiyanê, li seranserî welêt belav dibin. Ajokarên kamyonan barîkat çêkirin, lewma sewqiyata ji bo supermarketan sekinî.

Çalakiyên protestoyî bi taybetî li herêmên Calabria û Puglia yên li başûrê welêt zêde bûn. Li Sîcîlyayê jî piştî hevdîtina bi Wezîrê Gihandinê Matteo Salvînî re ji bo car din tedarîk çêbibe, dorpêça hin rêyan bi rengekî demkî hate rakirin.

Nûnerên sektora neqliyeyê, derengmayîna alîkariyên civakî û bacên otorêyan protesto dikin. Çalakvan hikûmeta Giorgiya Melonî ya ji rastgir û rastgirên tund pêk tê, rexne dikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse