21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

TUHAD-DER:Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Rêveberê TUHAD-DER’ê ya Şirnexê Huseyîn Sedat Sulger diyar kir ku di 3 mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyên siyasî bi biryarên keyfî û cezayên disîplînî hatiye taloqkirin û banga bidawîkirina pêkanînên nehiqûqî kir.

Nûnertiya Şirnexê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (MÊRDÎN TUHAD-DER), bi armanca balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û astengkirina berdanan, li pêşiya Edliyeya Cizîrê daxuyanî da. Xizmên girtiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêveberê TUHAD-DER’ê Huseyîn Sedat Sulger diyar kir ku berdana Bayram Acar, Zubeyîr Îdem, Saadet Îdîn û Levent Cîn tevî ku mafê berdana bi şert bi dest xistine jî tê astengkirin û girtiyên nexweşên giran Mehmet Elçe, Îsmaîl Tamboga û Onder Poyraz jî di girtîgehê de tên girtin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse