21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

Rêxistina Mafên Mirovan ya Hana ragihand ku polîtîkayên rejîma Îranê yên girtin û revandina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di rojên dawî de jî didome, di heman demê de çarenûsa hinek ji wan girtiyan hîn jî ne diyare.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana raporek li ser girtin û revandina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve weşand.

Li gorî raporê, du welatiyên bi navê Diyako Bayizîdî û Mustafa Coşkar yên ji Mehabadê ji aliyê hêzên îstîxbarata Artêşa Pasdarên ve li bajêr hatine girtin û birine cihekî nenas.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse