Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi şîara “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li Amed, Êlih, Riha, Îzmîr û Colemêrgê çalakî lidar xistin.
AMED: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 922’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD’ê û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li faîlên 11 welatiyên sivîl ku di 9’ê Cotmeha 1993’yan de li gundê Mezraya Kepirê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hatibûn windakirin, pirsîn û xwestin faîl bên darizandin.
Pêşî Sekreterê ÎHD’ê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz axivî û da zanîn ku 31 sal in ew ji bo kesên hatine windakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Wê rojê ve heta niha em pirsîna aqûbeta 11 gundiyên ku careke din me agahî ji wan negirtiye dikin. Mixabin ev 11 gundî jî yek ji mînakên pir diyar û pir eşkere yên vê polîtîkaya cezayê ya sedsalî ne. Li ber çavê her kesî ew mirov çûn û hatin birin û hatin tunekirin û ew fail hêj jî tên parastin û mixabin em di pir caran de hîn jî lîstikvanên vê karî li ser televîzyonan dibînin û canê me diêşe mixabin.”
Çavkanî: ANF Kurmancî