10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

Ji bo Reşat Eroglu yê ku sala 1997’an li herêma Feraşîn a navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bû, li navçeya Stewrê ya Mêrdînê taziye hate danîn. Gel bi girseyî çû serdana taziyeyê.

Ji bo Reşat Eroglu (Kendal) yê ku sala 1997’an li herêma Feraşîn a navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bû, li warê wî navçeya Stewrê ya Mêrdînê taziye hate danîn. Gel bi girseyî çû serdana taziyeya ku li Taxa Dêşî hatî danîn. Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate kirin, nûnerên rêxistina girseya demokratîk, partiyên siyasî û gelek kes beşdarî serdanê bûn. Gel li cihê ketina taxê hate ba hev û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” ber bi mala taziyeyê ve meşiya.

Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salih Kuday di taziyeyê de axivî û got, “Di şexsê heval Kendal de em hemû kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk neyê, ev têkoşîn wê dewam bike.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse