TJA’yê ku bi dirûşmeya “Ji bo Rêbertiya Azad bi Meşaleyan Dimeşin” li 3 navçeyên Stenbolê çalakiyên hevdem li dar xist, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo aştiya mayînde banga avêtina gavên çareseriya demokratîk kir.
Tevgera Jinen Azad (TJA) li navçeyên Gazîosmanpaşa, Sancaktepe û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî dan. Girseya ku li taxa Karayolu ya Gazîosmanpaşayê kom bû xwestin meş li dar bixin, lê polîsan meşê asteng kir. Girse li dijî wê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Paşê girse meşalêyan pêxist û li wir daxuyanî da.
Aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Pankart “Niha dema jinan e, hevditîna Rêbertiya Azad ve” hat vekirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî