21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

Hêzên rejîma Îranê di 20’ê Cotmehê de Mihemed Ferecî û Jiyar Resûlî yên ku ji Armerde diçûn Bane binçav kirin û birin cihekî nediyar.

Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Bane Mihemed Ferecî (18) û Jiyar Resûlî (17) bêyî ti biryareke girtinê hebe wan binçav kirin û birin cihekî nediyar.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên rejîma Îranê di 20’ê Cotmehê de Mihemed Ferecî û Jiyar Resûlî dema bi wesayîtê ji Armerde diçûn Bane li taxa Silêman Beg hatin binçavkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse