10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin, ji vê hejmarê 47 jê jinin. Rapora salane ya Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan jî radigihîne ku di heman deme de herî kêm li 16 jinan cezayê darvekirinê hatiye birîn.

HRANA’yê bi boneya Roja Cîhanî ya li Dijî Cezayê Darvekirinê ragihand ku di sala borî de herî kêm 2 hezar û 33 kes li Îranê hatine darvekirin û hatine tomarkirin; ev hejmar li gorî dema berê ya wekhev ji sedî 29 zêde bûye, digel berdewamiya veşartina darvekirina cezayan û zêdebûna darvekirinên siyasî-ewlehiyê.

Li gorî rapora salane ya Yekîneya Îstatîstîkê ya Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, di navbera 10’ê Cotmeha 2025’an û 8’ê Cotmeha 2026’an de herî kêm 2 hezar û 30 kes li deverên cuda yên Îranê hatine darvekirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse