10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel de axivî û got, “Rêya yekane ya serketina vê pêvajoyê; hevgirtin, rêxistinbûn û yekîtî ye.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Em soza aştiyê bi gel re ava dikin” li taxa Alucar a navçeya Qereyazî ya Erziromê civîna gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Onur Duşunmez û gelek kes tevli civînê bûn.

Keskîn Bayindir di civînê de axivî û destnîşan kir ku di dîrokê de yekem car tevgereke Kurd ji bo statuya xwe li ser asta fermî bi dewletê re hevdîtin dike û diyar kir ku Kurd êdî bûne hêzek. Bayindir wiha got: “Lewma tevî hemû nezelalî û fikaran em ji muzakereyê natirsin. Çawa ku beriya 45-50 salan dema ku me li çiyayan li dijî zordariyê serî hilda em netirsiyan, îro jî em ji rûniştina li ser maseyê natirsin. Êdî em ê li gorî ruh û pêwîstiya pêvajoya nû têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk derbasî qonaxeke nû bikin û berdewam bikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse