22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

ROJEVA 22.10.2026

-Mamosta û çalakvanên Helebceyê ragihandin ku berjewendiyên hizbî li pêşiya aktîfkirina parlamentoyê û avakirina hikûmetê astengin û gotin: “Ev yek nîşan dide ku dengên welatiyên Herêmê kêm tên dîtin. Ev rewş li ser Herêmê bûye metirsî û statuya wê wekî statuyeke lewaz tê dîtin.”

– Rojnamevana ji Rojhilatê Kurdistanê Jîno Qadirwîsî destnîşan kir ku rejîma Îranê ji hêza jinan ditirse û di şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de jî ev yek bi zelalî derket holê; eger rê li ber jinan neyê girtin, dê pergala desthilatdar hilweşîna xwe ya yekcarî bibîne. Jîno dibêje: “Rewşa jinên Rojhilat di bin zext û desthilatdariya mêrsalarî de, di rewşeke pir xirab de ye.”

-Nirxandin û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijarên girêdayî pêvajoyê nûçe werin şopandin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse