Wezareta Enerjiyê ya Erebistna Siûdî ragihand ku di êrişa li ser qadeke petrolê de 2 kes mirin, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî raeydarekî payebilind ê ji Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî ku ji ajansa fermî ya welêt SPA re axivî, li herêma Şarkiyeyê tesîseke Qada Petrolê ya Şeybe ya şîrketa Aramco bû hedefa êrişeke bi droneyan.
Hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 kes mirin, ku yek jê Fîlîpînî yek jî Nepalî bûn. Hate ragihandin ku 2 kesên ji Pakistan û Hindistanê jî birîndar bûn.
Çavkanî: ANF Kurmancî