Berdevkê Hikumeta Iraqê Heyder Ebudî anî ziman ku wan ferman dane sefîrê xwe yê bilind ê li Enqereyê ku daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê lêkolîn bike.
Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî bi daxuyaniyeke çapemeniyê agahiyên nû li ser daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler da ku gotibû hêzên wan ji Iraq û Sûriyeyê venakişin.
Heyder Ebudî ragihand ku derbarê daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê de peywendî li gel Wezîrê Derve yê Iraqê daniye û Fûad Husên jî ji bo helwest girtin û şopandina daxuyaniyan ferman daye sefîrê bilind ê Iraqê yê li Enqereyê.
Çavkanî: ANF Kurmancî