22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

2’yemîn Festîvala Şehîd Vejîn li Xanesorê pêk hat

Li Şengalê 2’yemîn Festîvala Şehîd Vejîn bi dirûşmeya “Çiyayê Şengalê stargeha gele” hate lidarxistin. Festîvalê bi çalakiyên hunerî û danîna standan heya saetên şevê dewam kir.

Duh di saetên nîvro de li Xanesora Şengalê Duyemîn Festîvala Çand û Werzîşê ya Şehîd Vejîn a ciwanên Şengalê destpê kir û heya saetên êvarê dewam kir.

Festîvala ciwanan a ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê ve hate rêxistin, bi dirûşmeya ‘‘Çiyayê Şengalê stargeha gele’’ hate lidarxistin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse