22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Wezîrên Karên Derve yên 7 welatan wê li Stenbolê ewlekariya herêmî binirxînin

Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Îngilistan, Elmanya, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Pakistan û Misrê, ji bo nirxandina krîzên navneteweyî û bûyerên ewlekariyê yên herêmî roja Înê li Stenbolê li hev bicivin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dîplomatîk ji Tirkiyeyê ji AFP’ê re ragihand, di rojeva civînê de meseleya Fîlîstînê, rewşa li Tengava Hurmuzê, bûyerên li Yemenê û lêgerîna çareseriyê ji şerê Rûsya-Ûkraynayê heye.

Tê gotin, hevdîtin di demekê de ku li Rojhilata navîn rageşiya ewlekariyê û şerê navneteweyî dewam dike, ji aliyê şêwirîna dîplomatîk a navbera welatan ve girîng e.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse