22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Gazî û xelkê Kobanê serdana malbatên şehîdan dikin

Gazî û xelkê Kobanê bi girseyî malbatên şehîdên HPG’ê û YJA Starê dikin, ku şehadeta wan nû hate ragihandin. Di serdanan de soza şopandin rêya şehîdan hate dayîn.

69 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn û şehadeta wan nû hate ragihandin, 21’ê Cotmehê li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn.

Îro jî bi tevlîbûna gaziyan xelkê Kobanê serdana malbatên şehîdan dikin. Di serdana malbata şehîd Şahîn Kobanê de li ser navê gaziyan Mihemed Îsmaîl Elî yê weke Xalê Simo tê naskirin axivî.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse