Bi beşdarbûna rêjeyek berçav ya welatiyan, Festîvala Quraw li Dola Şehîdan ya li Sengeser destpê kir û dê çar rojan berdewam bike.
Festîvala Quraw li Dola Şehîdan ya li Sengeser, bi pêşandana destkarên jinan, tablo, berhemên herêmî, xwarinên Kurdewarî û fersendên kar ji bo hilberînkarên mîna şînkayî, fêkî, hingiv û berhemên şîr îro destpê kir. Ji aliyê welatiyên herêmê ve roja yekem a Festîvalê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin. Her wiha di rojên pêş de kampanya û şevbêrk, çalakiyên hunerî û werzîşî dê werin lidarxistin.
Derbarê fêstîvalê de, yek ji serpereştiyaran Perjîn Silêman ji Rojnewsê re axivî û got: “Armanca me ji vê fêstîvalê naskirina xwarinên Kurdewarî ye. Bi taybetî îsal navê fêstîvalê kirine ‘Quraw’, ji ber ku xwarineke Kurdewarî ye. Her wiha ji bo nîşandana jêhatinên jinane ku dikarim bibêjim ji sedan 90’ê beşdarên fêstîvalê jinin, ku berhem û karên xwe firotinê re pêşkêş dikin.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî