22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Di dema weşandina gûzan de karkerek jiyana xwe ji dest da

Li Paweyê karkerekî Kurd di dema weşandina gûzan de ji ber ketina xwarê jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana ragihand ku karkerekî Kurd ê bi navê Ferhad Qadirî û niştecihê gundê Necar yê li navçeya Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê, di dema weşandina gûzan de ji ser darekê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Hate destnîşankirin ku hejmara kesên ku ji destpêka salê ve li vê navçeyê di dema weşandina gûzan de ketina ji ser daran jiyana xwe ji dest dane gihîşte çar kesan.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse