Li taxa Arzoxlî ya Amedê, şêniyên ku li ber santrala enerjiya rojê radibin ku tê plankirin bê çêkirin, diyar kirin ku jenderme nahêlin ew biçin nava zeviyên xwe, lewma dest bi çalakiya nobedê kirin.
Li taxa Arzoxlî ya Amedê, berxwedana li dijî projeya “Zenkar 2 Tesîsa Depokirina Enerjiyê û Santrala Enerjiyê ya Rojê” hate destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Pêvajoya hiqûqî ya li dijî biryara “ÇED Erênî” ya projeyê dewam dike. Xebatkarên şîrketê li gel jendermeyan û hêzên polîsan ketin qada kar.
Li ser vê yekê şêniyên taxê bi nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên ekolojiyê ber bi qada projeyê ve meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma “Axa me, ava me, hebûna me” hate qîrîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî