22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç ê ku jiyana xwe ji dest dabû, li Stenbolê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Ev demekî bû Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Mehmet Zekî Kiliç bi sedema nexweşiya penceşerê dihat dermankirin. Mehmet Zekî Kiliç duh ji ber pençeşerê jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Mehmet Zekî Kiliç piştî karûbarên nexweşxaneyê anîn li Mizgefta Hz. Ebû Bekîr a navçeya Sancaktepeyê. Li vir merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Endam û rêveberên DEM Partî, HDK û DBP’ê, saziyên civakî û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse